Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Semsûrîyan Xwest ku jiber Kêmahîyên Xebatên Hawarçûnê Wan Biborînin


Sê Sûmsûrî li nêzî kavilên avahîyan xebatên rizgarkirinê dişopînin
Sê Sûmsûrî li nêzî kavilên avahîyan xebatên rizgarkirinê dişopînin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan serdana Semsûrê (Adiyaman) kir.

Erdogan jiber kêşêyen rojên pêşîn yên piştî erdhejê ji Semsûrîyan xwest ku heqên xwe li wî helal bikin.

‘’Mixabin di çend rojên pêşîn de me li Adiyamanê nikanibû mîna me xwestî em kar bikin. Rewşa rê û hewayê rê neda ku em di roja pêşîn de werin. Jiber vê ez ji we helalîyê dixazim.’’

Erdogan got ku agahîya wan ji her tiştî heye û bila her kes bê guman be ku ewê hemî tiştên hewce bikin.

Li gor ragihandina Erdogan, ewê bo kesên nasên wan di erdhejê de mirine 100 hezar lîra bidin û ewê alîkarîya bo kîrayan jî ji 2 hezar lîrayê rakin 3 hezar lîrayên Tirkî.

Erdogan da zanîn ku erdhejê li Semsûrê 6,013 kes kuştine û 17,499 kesên din jî birîndar kirine.

Wî dîyar kir ku wan heta niha ji Semsûrê 62,500 kes derxistine û nîvê wan li Stenbolê, nîvê din jî li bajarên din bi cîh bûne.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG