Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê serdana Amedê dike.
Erdogan bo merasîmên danînan bingehan derbazî bajêr bû.
Li Firîngeha Amedê, Serokê Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) Devlet Bahçeli û Serokê Partîya Doza Azad (Huda-Par) Zekerîya Yapicioglu pêşwazîya Erdogan kir.
Erdogan di merasîmekê de got ku Amed gelek pêşve çûye.
"20 sal berê Dîyarbakir çi bû û îro Dîyarbakir çi ye? Li vê Tirkîyê jiber kok, bawerî, ziman, çand û kincên wan, ti kes nikare were biçûk dîtin yan jî marjînal kirin. Cîhê sûc û gefên çaresernekirî tuneye. Ev Tirkîye, welatekî wihya ye ku di heman demê de dikare ewlehî, maf û azadîya hemwelatîyên xwe misoger bike.
Hêjayî bîrxistinê ye ku Huda-Par ji lîstên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) dikeve hilbijartinê û çar nûnerên wê berbijar in û Yapicioglu ji herêma 3’yan ya Stenbolê di rêza 4’an de berbijarê lîsta AKP’ê ye.
Jêder: Ajansa Mezopotamya