Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Gaza jibo Biden Testeke Samîmîyetê de Ye


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemîyê got ku hevtayê wî yê Amerîkî Joe Biden di şerê Gaza de ketiye ‘’testeke samîmîyetê’’.

Erdogan dema ji hilcivîna G7 ya li Îtalya vedigerî ji rojnamevanan re got ku ew dixwazin ku plana agirbestê ya Biden ya jibo şerê li Gaza ne taktîk be, lê jibo sekinandina şer hewildaneke ji dil be.

Wî bi berdewamî got ku Almanya helwesta xwe ya jibo firotina firokên Eurofighter nerm kiriye.

Tirkîyê meha Mijdarê gotibû ku ew jibo kirîna firokên Eurofighter Typhoon bi Brîtanya û Îspanya re danûstandinê dike, lê Almanya dijî vê bazarê sekinîbû.

Serokê Tirkîyê dîyar kir ku Eurofighter jibo wan girîng in.

Erdogan ser aborîyê jî got ku ewê di rojên pêş de bibînin ku bi gavên wan avêtine rewişa welêt baştir dibe.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG