Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokomarê Tirkiyê Serdana Brîtanya Dike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan bo serdanekê diçe Brîtanya jibo kombûna li gel Şaha welêt Elizabeth û serokwezîr Theresa May ku biryare roja Sêşemê bê lidarxistin.

Berî ku Stenbolê bicîbihêle bo Londonê, Erdogan Brîtanya wek “hevkar û hevalbendeka stratejîk” binav kir û got ew dê li gel May peywendiyên hevbeş û mijarên herêmî û navnetewî gotûbêj bike, di nav de jî pêvajoyên dawî li Qibrisê û pilanên hevbeş li Rojhilata Navîn, bi taybetî li Sûriyê, Îraq û Îranê.

Erdogan got serdana wî ya sê rojan dê her wiha balê bide ser bilindkirina asta bazirganiya di navbera Tirkiyê û Brîtanya de.

“Em dixwazin pêwendiyên abûrî berdewam bin di navbera me û Brîtanya de û derketina Brîtanya ji Yekîtiya Ewrupî çi bandorê nede ser wan.”

Erdogan dê her wiha li navenda Chatham House axaftinekê pêşkêş ke û dê kombûnekê ligel weberhêneran lidarxe

XS
SM
MD
LG