Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku Partîya Gel ya Komarî (CHP) jiber ketina Beşar Esad şînî digire.
Erdogan dîyar kir ku ew dizanin ku Serokê berê yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jiber çi ji Esad hez dikir, lê ew nizanin ku rêvebirîya nû ya bi rêberîya Ozel jiber çi ketiye xeman.
‘’Ez dipirsim ji birêz Ozel, ala me ya sor û sipî ya li Keleha Helebê hatibû li dar xistin çi zararê dide CHP’ê? Diayên li mizgeftên Hamas û Humsê jibo Tirkîyê têne kirin seba çi we diêşînin?’’
Wî got ku li ser CHP’ê hîn jî kodên ‘’faşîst û oryantalîst’’ hene û dîyar kir ku ew partî nikare xwe ji vê rewşê xelas bike.
Erdogan got ku tevî ku di muxalefetê de hişmendîyeke wisa heye jî wan bi rêberîya partîya wî Tirkîye pêşve çûye.
Rejîma Esad meha borî bi pêşketina beza ya serhildayên bi pêşengîya Heyet El-Tahrîr El-Şam hilweşîya û Esad revî Moskowê.
Tirkîye bi rêvebirîya nû ya Sûrîyê re danûstandinan dike û li bakurê wî welatî piştgirî dide wan çekdaran ku dijî şervanên Kurd şer dikin.
Jêder: Gazete Duvar