Breaking News

Erdogan: Êdî Pirsgirêka Kurd li Tirkîye Tuneye

Recep Tayyip Erdogan.
Recep Tayyip Erdogan.

Serokwezîrê Tirkîyeyê Recep Tayyîp Erdogan, roja Duşem li Enqere ji bo civîna Danasîna Namzedên Parlameter ên AKP’ê de axivî û got ku “Li vî welatî, êdî pirsgirêka Kurd tuneye, lê pirsgirêkên birayên min ên kurd hene.”

Recep Tayyip Erdogan di axaftina xwe da destnîşan kir ku gelê Kurd tên îstîsmarkirin û got “ lê gelê me yê Kurd dê bi van lîstokan neyên xapandin û ewê van planan têk bibin”. Recep Tayyîp Erdoğan destnîşan kir ku hinek alî li ser mesela netewetîyê dixwazin gelê kurd îstîsmar bikin, hinek alî jî li ser xwîna şehîdan sîyasetê dikin. Serokwezîr got ku ew dê fesrendê nedin van alîyan.

Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku di sînorê vî welatî de ne mumkun e ku welatekî duyemîn were hizrandin. Serokwezîrê Tirkîyeyê dîyar kir ku ewê dê tu car musade nekin ku tiştek weha pêk were.

Serokwezîrê Tirkîyeyê Erdogan got ku heta îro tu firq û cûdahî nexistine navbeyna tirk, kurd û lazan û dîyar kir ku ew dê ji îro pêve jî weha dewam bikin. Recep Tayyîp Erdogan weha dewam kir “ tenê nasnameyek heye, ew jî nasnameya welatiyê Komara Tirkiyeyê ye. Emê tu car dev ji gotina ez welatiyê Komara Tirkiyeyê me, bernedin. Serokwezîr Erdogan dîyar kir ku lîsteya wan a parlamenteran lîsteyeka wekhev e û got ji her netew, bawerî, zayend û ji her komî mirov tê de dikarin temsîlîyeta xwe bibîbnin. Recep Tayyîp Erdogan weha dewam kir “ dibêjin AK Partî li herêmê, kesên ku eleqeya wan bi pirsgirêka kurd tuneye, li namzed nîşandaye. Ew bi cehaletîiya xwe diaxivin jiber ku me kesên ku di mijarê de şareza ne, hilbijart. Înşallah ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi şev û roj em dê bi van hevalan re bişuxulin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG