Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan bo dîroka hilbijartinan 14’ê Gulanê destnîşan kir.
Çaverê bû hilbijartinên Tirkîyê di 18’ê Hezîranê de çêbin, lê Edogan û hin karbidestên din yên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) gotibûn ku ew dikarin li gor şertên demsalan hilbijartinan hinekî din zûtir li dar xin.
Erdogan bo 14’ê Gulanê, hilbijartinên 14’ê Gulanê ya 1950’î bi bîr xist.
Wî dîyar kir ku Partîya Demokrat ya bi rêberîya Adnan Mendere di wê tarîxê de hatiye desthilatê û got ku milet dê dîsa di heman rojê de bo partîyên muxalefetê bêje bes e.
6 partîyên muxalefeta Tirkîyê li dora Tifaqa Milet kom bûne.
Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) bi hevkarîya hin partîyên çep Tifaqa Ked û Azadîyê çêkiriye.
Hevseroka HDP’ê Pervîn Buldan do Sêşemê dîyar kir ku ewê di demeke nêz de berbijarê xwe ragihînin.
Jêder: Rojnameya Yenî Yaşam