Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Hilbijartina Gera Duyê Nîşan Dide ku Ew Ne Dîktator E


Berbijarê serokomarî yê Hevpeymanîya Gel, Recep Tayyîp Erdogan berî gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê ji Becky Anderson ya CNN’ê re peyîvî.

Di hevpeyvînê de, ji Erdogan peywendîyên bi Rûsya, helwesta Tirkîyê ya dijî endamtîya Swêdê ya li NATO, azadîya axaftinê, sîyasetên aborîyê, peywendîyên bi Amerîka re, kêşeya penaberan hatin pirsîn.

Erdogan, gotina Serokê Amerîka Joe Biden, ku di sala 2020’an de ji wî re gotibû ‘’otokrat’’ rexne kir û bi pirs got ku ‘’sîyasetvanekî ku derbazî gera duyê dibe dikare bibe dîktator?’’

Wî got ku Hevpeymanîya Gel bi 322 parlamanteran li parlamanê ye û ewê di gera duyê de bi ser keve ku nabe ku ev rewş wek dîktatorî were dîtin.

Li ser pirsa ‘’Ger tu werî hilbijartin tu dikarî bi rêvebirîya Biden re bixebitî?’’, Erdogan got ku ewê bêguman bi Biden re bişixule û kî were şûna wî ewê bi wî re jî bixebite.

"Gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê bo demokrasîyê Tirkîyê tiştekî nû ye û ewê demokrasîya me hîn xurt bike."

Erdogan dîyar kir ku bawerî û aramî pir girîng in û hemwelatîyên li îstiqrarê digerin wê dengên xwe bidin wî.

Erdogan, ser pirsa derbarê peywendîyên bi Rûsya re, got ku peywendîyên Enqere û Moskowê erênî ne û helwesta welatên Rojavayî ya dijî Rûsya ne rast e.

Di hevpeyvînê de helwesta Tirkîyê ya dijî Swêdê jî hat pirsîn.

Erdogan got ku heta ku Swêd jibo komên terorê mazuvanîyê dike ew bi awayekî erênî li endamtîya wê ya li NATO nanêrin.

Wî êdia kir ku li Tirkîyê ti kes jiber ramanên xwe ne li zindanê ye.

Jibo pirsa ser koçberên Sûrî jî, Erdogan dîyar kir ku armanca wan ev e ku 1 mîlyon koçber vegerin avahîyên ku li bakurê Sûrîyê têne ava kirin.

Erdogan bî bîr xist ku sînorê Tirkîye û Sûrîyê 900 kîlometre ye û ji wî welatî gefên terorê tên loma leşkerên wan li Sûrîyê ne.

Erdogan ser şervanên Kurd yên li bakurê Sûrîyê jî got ku dostanîya wî bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re heye û ew bi taybetî dikarin li bakurê Sûrîyê dijî terorê hevkarîyê dikin.

Jêder: CNN, VOA

XS
SM
MD
LG