Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku ti ferqa Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Adolf Hitler tune ye û êrîşên Îsraîlê yên li Gaza bi helwesta Nazîyan ya dijî Cihûyan şibihand.
Erdogan got, "Ser Hitler bi awayekî xirab dipeyivîn. Çi ferqa we û Hitler heye. Dikin ku em bêrîya Hitler bikin. Tiştên Netanyahu dike ji yên Hitler hindiktir in? Na."
Piştî daxuyaniyên Erdogan, Serokwezîrî Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hesaba xwe ya fermî ya Xê de bersiva Erdogan da û got "Erdogan yê ku li hember Kurdan komkijiyan çêdike û rekora cîhanî ya zindankirina rojnamevan û rikeberan şikandî ye, kesê herî dawî ye yê ku bikare exlaqan bide me. "
Netanyahu herwiha got, leşkerê Îsraîlê yê herî xwedî exlaq e li cîhnaê, ew şerê rêxistina herî hov û tundrê ya terorîstî li cîhanê dike, ya ku tawanên dijî mirovahiyê encam dane, lê Erdogan pesna wê dide û mazovaniya rêberên wê dike, li gor axaftina rêberê Îsraîlî.
Tirkîye, ku endama NATO ye û jibo girjîya Îsraîlî û Filîstînîyan çareserîya du dewletan pêşnîyar dike, ser Îsraîlê dibêje dewleteke terorê û dîyar dike ku divê rêberên wê li dadgehên navnetewî werin darizandin.
Erdogan, ku gotinên xwe yên dijî Îsraîlê tundtir dike, dîyar kir ku ewê Tirkîyê bi dilgermî pêşwazîya wan akademîsyanan bike ewên ku jiber gotinên xwe ser Gaza bi zilmê re rûbirû mane.
Erdogan ji destpêke şerê Îsraîlê ser Gaza ya di 7’ê Cotmehê de û vir ve Netanyahu bi zimanekî tûj tawanbar dike û dibêje divê rêberên Îsraîlê jiber tawanên şer werin darizandin.
Wî îro zimanê xwe yê dijî Netanyahu tûjtir kir û got ku welatên Rojavayî yên ku piştgirîyê didin Îsraîlê hevparên tawanên şer in.
"Ew ji Hîtler dewlemendtir e ku ew ji Rojava piştgirî werdigre. Ji Amerîka piştgirîya bi her cureyî tê. Û wan bi vê piştgirîyê çi kir? Zêdetirî 20 hezar ji xelkê Gaza kuştin," Erdogan got.
Tirkîye tevî rexneyan jî peywendîyên xwe yên bazirganî yên bi Îsraîlê re didomîne.
Enqere dîyar dike ku piştî gûrbûna girjîya Hamas û Îsraîlê, bazirganîya bi Îsraîlê re kêm bûye.
Berovajî hevbendên Rojavayî û hin dewletên Ereb, Tirkîye, Hamasê wek rêxistineke terorî nabîne.
Jêder: Reuters/NTV/X