Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê ragihand ku serokê Amerîka Donald Trump ser firotina firokeyên şer yên F-35 bo Tirkîyê xwedî nêrîneke erênî ye.
Wî bi berdewamî hêvîyên xwe anî ziman ku wê cîhan bibîne ku Amerîka soza xwe bicîh tîne.
"Hêvîdarim, dema ku F-35 were radestkirin bo Tirkîyê, wê tevahîya cîhanê bêje ku Amerîka pabenda soza xwe ye," wî got.
Erdogan îro di preskonferansa di dawîya Hilcivîna 36’an ya NATO’yê de li Enqerê axifî ku wî mêvandarî dikir.
Serokê Tirkîyê eşkere kir ku wî bi serok Trump re hevkarîya hevbeş ya pîşesazîya berevanîyê nîqaş kiriye û ku dibe di nav wê hevkarîyê de tevî yên şer hilberîna keştîyên cûrbecûr jî hebin.
Erdogan herwiha preskonferansa hevbeş ya bi Trump re wek pir “berhemdar” pênase kir û Trump jî pir kêfxweş bûye.
Serokê Tirk dijberîya ser firotina pêkan ya firokeyên şer yên F-35 bo Tirkîyê ji serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û yê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis ve red kir.
“Ev herdu daxuyanî jî di hişê min de cîh nagirin. Nêzîkatîya Netanyahu zelal e, û Mitsotakis divîyabû şaşiyeke wisa nekiriba,” wî got.
Trump di hevdîtina xwe ya roja Sêşemê de bi Erdogan re ragihandibû ku Amerîkayê toleyên ser Tirkîyê wê rake, yên ku piştî kirîna sîstemên berevanîya mûşekî yên Rûsyayê ji alîyê Enqerê ve di 2019an de hatibûn ragihandin. Loma Tirkîye ji bernameya firokeyên şer yên F-35 ya Amerîka hat derxistin.
Erdohan jî îro dubare kir ku Amerîkayê piranîya toleyên berevanîyê yên dijî Tirkîyê rakirine.
Lê, îro Çarşemê, Trump dîyar kir ku wî di derbarê firotna F-35'an de hîn biryara dawî nedaye.
Ji alîyê din ve, Erdogan pêşnîyara demdirêj ya Tirkîyê ya jibo bidawîanîna şerê di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dubare kir.