Tirkiyê îdiayên Amerîka red dike yên ku "Qet nayên qebûl kirin" ku serokomar Recep Tayyip Erdogan daxuyanên li "Dijî-Cihûyan" dane û derbeyên Îsraîlê yên li ser Gaza rexen kirine, ev yek ji aliyê alîkarê rojnamegeriyê yê serok yê di asta bilind de roja Çarşemê hatiye ragihandin.
Ev nakokiyên vê dawiyê dibe ku bibin sedema aloziyên zêdetir di navbera Amerîka û Tirkiyê de ku herdu hevpeymanên NATO yê ne.
Fahrettin Altun alîkarê Erdogan yê rojnamegeriyê di twîteke xwe de dibêje "Daxuyaniya Amerîka ya derbarê gotinên serokê me Erdogan li dor tundûtûjiya Îsraîlê li dij sivîlên Fîlistînî qet nayên qebûl kirin."
Roja Sêşemê Wezareta Derve ya Amerîka bi tundî Erdogan rexen kirbû, dema daxuyaniyên Erdogan weke "Dij-Cihûyan-Antî-Semitism" hatbûn dîtin, û hişyarî dabû Erdogan û berpirsên din yên Tirkiyê ku xwe ji daxuyaniyên gorkirina tundiyê dûr ragirin ku "Dê bibin sedema derketina tundûtûjîyên zêdetir."
Ned Price peyvdarê Wezareta Derve ya Amerîka roja Sêşemê daxuyaniyek derbarê gortinên Erdogan weşand bû û dabû zanîn ku Amerîka"gotinên Erdogan yên dawî yên antî-semîtîk bi tundî şermezar dike."
Erdogan yê ku rihên siyaseta wî vedigerin bo Îslama Siyasî berevanî ji doza Fîlisînê dike di dema 18 salên desthilatdariya xwe de, û Îsraîlê bi "terora" li dij Fîlistîniyan tawanbar dike.
Destpêka vê heftiyê Erdogan gotbû "Ew kujerin, heta wê astê zarokan dikujin."
Altun îdîaya dijî-cihûyan ya ku serok Erdogan aramnc digire bi "’Metirsîdar" wesif dike. Derbarê wê de got "Ew daxuyaniyek tirsoneke da ku berê cîhanê ji tawanên Îsraîlê yên dije-mirovatiyê" wergerîne.
Herhiha Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Çarşemê "tawanbarîyên nerewa red kirin" û Amerîk hişyar kir da ku hewila bide "Êrîşên Îsraîlê yên ku li pêş çavên cîhanê hemiyê pêk tên" rawestîne.
Mehên borî Erdogan hewil dida ku têkiliyên xwe bi Washington û hevpeymanên xwe yên rojavayî re baş bike, piştî salek ji nakokiyên dijwar.
Lê wî serokê Amerîka Joe Biden derbarê piştevaniya wî ya dîplomasî bo Îsraîlê û nûçeyên derbarê hinartina çekan bo dewleta Îsraîlê rexne kir.
Erdogan dest bi helmetek dîplomasî kirîye da ku Îsraîl derbarê êrîşên wê yên leşkerî bihê siza dan, ku bûne sedema kuştina herî kêm ya 219 Fîlistîniyan li kerta Gaza di 10 rojên derbazbûyî de.