Breaking News

Erdogan: Gerek Îsraîl Bihêt Ceza Kirin

Recep Tayyip Erdogan
Recep Tayyip Erdogan

Serokwezîrê Tirkîye dibêje gerek Îsraîl bihêt ceza kirin ji ber hêrişa wê bo ser karwanekê gemiyên alîkariya mirovatî ku ber bi Xeze diçûn.

Di gotarekê de bo parlamanê Tirkîye roja Sêşembî, serokwezîr Recep Tayyib Erdogan ew hêriş bi “tevkuj” û “terora dewletê” nav bir. Wî got hêrişa Îsraîlî li dijî qanûna nêvneteweyî ye û ziyan gehand aştiya cîhanê.

Birêz Erdogan daxwaz li Îsraîlê kir gemaroya Xeze di dawî bînit.

Serokwezîrê Tirkîye her wiha daxwaz li civaka nêvneteweyî kir bizavên zêdetir bikin ji bo şermezar kirina Îsraîlê û got ew bi serokê Amerîka Barack Obama re dipeyive ji bo bas kirina hêrişa Îsraîlê.



XS
SM
MD
LG