Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Çarşemê got ku Hamas ne rêxistineke terorê ye.
“Ez niha bang li Îsraîlê û hemî cîhanê dikim. Ew di civîna xwe ya dawî de hatin cem hev û welatên Rojava Hamasê wek rêxistineke terorê dibînin. Ey Îsraîl dibe ku tu rêxistinek bî û ez niha bang dikim. Gelek deynên van dewletên Rojavayî ji te re hene ku, lê deynê Tirkîyê ji te re tuneye. Hamas ne rêxistineke terorê ye, ew komeke rizgarîxwaz ya mucahîdan e ku tekoşîna parastina axên xwe û hemwelatîyên xwe dide."
Erdogan herwiha got ku ew plana xwe ya serdana Îsraîlê jî betal dike.