Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ger Şandeya Îmrali randevuyê bixwaze ewê bide.
Erdogan piştî komcivîna Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li ser pirsên rojnamevanan yên derbarê hevdîtina bi Şandeya Îmrali dîyar kir ku ger daxwaza wê çêbe ewê bi wê şandeyê re bicive.
Ji Şandeya Îmrali, parlamanterê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) Sirri Sureyya Onder ji Kisa Dalga re dîyar kir ku ewê şandeya wan di dema herî nêz de daxwaza randevuyê bike.
Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, ku ji 1999’an vir ve li Girtîgeha Girava Îmrali ye, 27’ê Sibatê bi nameyekê bang li PKK’ê kiribû ku çekan berde û dawî li xwe bîne.
Serokê Partîya Tevgera Netewepwer (MHP) Devlet Bahçelî, ku hevbendê Erdogan e, ser banga Ocalan gotibû ku ‘’ji serî heta dawîyê hêja û girîng’’ e.
Peyvajoya danûstandinan meha Cotmehê bi gotinên Bahçelî destpê kiribû ku wî di komcivîna partîya xwe de gotibû ku Ocalan bi şertê dawî li PKK’ê bîne dikare di komcivîna DEM Partî de biaxife û serî li mafê hêvîdarbûnê bide.
Erdogan piştî banga Ocalan gotibû ku ew di hewildanên Tirkîyeya bê teror de derbazî qonaxeke nû bûne.
Jêder: X, Gazete Duvar