Serokê Tirkîyê RecepTayyîp Erdogan îro Şemîyê ragihand ku piştî têkçûna agirbesta demkî, jiber helwesta tund a Îsraîlê bo niha li Gazayê şansê aştiyê ji dest çûye.
"Me her tim destnîşan kir ku em piştgirîya agirbesteke mayînde dikin, ne şikestineke mirovahî. Li wir derfeteke aşitiyê hebû û mixabin jiber nêzîkatiya Îsraîl ya tund ev derfet ji dest me çûye ," Erdogan got.
Serokê Tirkîyê ev daxuyanî di vegera xwe ya ji Îmaratê di balafirê de ji rojnamevanan re, da.
Agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hamasê di 24ê Mijdarê de dest pê kir û du caran hat dirêjkirin. Di pêyvajoya heft rojan de 110 dîlên di destê Hamasê de û 240 Filîstînîyên di girtîgehên Îsraîlê de hatin berdan. Lê, tevî hewlên navbeynkaran, agirbest doh Înê bi dawî bû.
Erdogan ji rojnamevanan re anî ziman ku ew hêvîya xwe ya bo aştiyeke mayînde di şer de, winda nake.
Wî destnîşan kir ku nabe Hamas li derveyî egera çareserîyeke ser Gazayê were hiştin.
"Divê em li ser çareserîya du dewletan bisekinin... Dervehiştina Hamasê yan jî têkbirina Hamasê ne senaryoyek realîst e," Wî got.
Erdogan bi berdewamî bal kişandiye ku wê Hamasê weke rêxistineke terorîst pênase nekin.
Ji aliyekî din ve, Reutersê ji zarê jêderan ragihand ku Îsraîlê çend dewletên Ereb agahdar kirine ku ew dixwaze li alîyê Filistînî yê sînorê Gazayê herêmeke tampon ava bike, da ku pêşî li êrîşên siberojê bigire.
Erdogan herwiha anî ziman ku, komeke nûneran ku ji alîyê Rêxistina Hevkarîya Îslamî (OIC) û Komkara Ereban ve hatiye avakirin hewlên xwe yên bo çareserîya krîza Gaza didomînin.
Wî got ku nûnerên wê komê piştî hevdîtinên bi karbidestên London, Parîs, Barcelona û Neteweyên Yekbûyî (NY) re, wê bo gotûbêjkirina çareserîya alozîyê, serdana Amerîkayê bikin.
Çavkanî: Reuters