Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Divê Îsraîl Peymana Amerîka û Îranê Xera Neke

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Şemîyê dîyar kir ku hewlên aştiyê yên Rojhilata Navîn bêyî piştgirîya herêmî nikarin bi ser bikevin û divê destûr neyê dayîn ku Îsraîl peymana aştiyê ya Amerîka û Îranê "dînamît" bike.

Erdogan li Stenbolê di preskonferanseke hevpar ya bi Serokwezîrê Pakistanê Şehbaz Şerîf axifî.

"Tî çareserîyeke ku ji vîn û alîkarîyên welatên herêmî hêzê negire, nikare mayînde be," wî got.

Tirkîye, ku endameke NATO’yê ye û cîranê Îranê ye, gelek caran Îsraîl bi hewla têkbirina peymana Amerîka û Îranê ya bi navbeynkarîya Pakistanê tawanbar kiriye û operasyonên Îsraîlê yên li Xezayê, Lubnan û Sûrîyê şermezar kiriye.

"Em hewlên rêveberîya Îsraîlê yên jibo dînamîtkirina peymanê (ya Amerîka û Îranê) ji nêz ve dişopînin... Divê destûr neyê dayîn ku hikûmeta Îsraîlê ya niha ya şerxwaz erdnîgarîya me dîsa di bêhna xwîn û barûtê de bifetisîne," serokê Tirk got.

Rayedarên Îsraîlê jî pir caran rexne li Tirkiyê giritne ku serokê Tirkiyê Erdogan û dewleta Tirkiyê "terora" li herêmê bi taybet çekdarên weke Hemas û Hizbullahê destek dike û êrîşên wan yên çekdarî ji bo ser sivîlên Îsraîlê rexne nake.

This item is part of
XS
SM
MD
LG