Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêhe Êrîşên Îsraîlê di Asta Komkujîyê de Ne


Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Înê bang li Îsraîlê kir ku êrîşên xwe yên dijî Gaza yên wek komkujîyan in rawestîne.

Erdogan dîyar kir u divê hikûmetên li seranserê cîhanê bo agirbesta li herêmê bixebitin.

Tirkîye piştgirîya Filîstînîyan dike û ji endamên Hamasê re jî mazuvanîyê dike.

Enqere, ku jibo herêmê piştgirîya çareserîya du dewletî dike, pêşnîyar kir ku jibo agirbestê navbeynkarîyê bike.

Di serî de, Enqere ya ku dixwest peywendîyên xwe yên bi Îsraîla re baş bike kuştina sîvîlan şermezar kir banga aramîyê kir, lê her ku şer dom kir helwesta xwe ya dijî Îsraîlê tund kir.

"Ez li bang li Îsraîlê dikim ku êrîşên xwe yên dijî sîvîlan berfireh neke û demûdest dawî li operasyonên xwe bîne ku heta asta komkujîyê diçin. Divê Îsraîl xwe ji sorkirina dewletên Rojavayî bifiltîne û bona kêmkirina girjîyê dixebitin," Erdogan li ser platforma X got.

Piştî êrîşa li nexweşxaneya li Gaza, li Tirkîyê protestoyên dijî Îsraîlê li dar ketin.
Îsraîlê hişyarîya ewlekarîyê da û balyozê Îsraîlê jî di nav de dîplomatên wî welatî ji Tirkîyê derketin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG