Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan li Stenbolê Serdana Cihê Avahiya Hilweşiyaî Dike


Serokê Tirkiyê îro Şemiyê serdana cihê avahiya hilweşiyaî li bajarê Stenbolê kir ku di encamê de 17 kesan jiyana xwe jidest dabû.

Vekolîn hîn li dor sedema trajîdiya roja Çarşemê lidar in, lê berpirs dibêjin her sê qatên jorîn ên avahiya li navçeya Kartal bi awakî ne yasayî hatibûn avakirin.

Recep Tayyip Erdogan li cihê avahiyê ji peyamnêran re got:

“Li vê herêmê, em rastî problemeke mezin a karên ne yasayî hatin ku mebest jê ew bû qezenckirina pereyên bêhtir.”

Wî got wê hikûmet gavên rijdî bavêje piştî ku vekoler karê xwe temam bikin.

Demekê berê, wezîrê tenduristî Fahrettin Koca got jimara qurbaniyan bûye 17 kes.

Erdogan her wiha serdana nexweşxaneya ku birîndarên rûdanê veheandî kir. Heft birîndar di rewşeke xerab de ne.

Avahiya hilweşiyayî 14 şiqe hebûn û 43 rûniştvan tê de diman.

XS
SM
MD
LG