Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Erdogan jibo Gera Duyê ji Kiliçdaroglu Geşbîntir E


Ajansa nûçeyan ya Reutersê ser hilbijartinên serokmoarîyê yên Tirkîyê analîzek weşand.

Reutersê di analîzê de ragihand ku Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê jibo serketina di gera duyê de bi Sînan Ogan yê Hevpeymanîya Ata re danûstandinê bike.

Li gor Reutersê, hewildanên berbijarê Hevpeymanîya Netew Kemal Kiliçdaroglu ya jibo serketina di gera yekê de derb xwariye.

Kiliçdaroglu 45 ji sedê dengan, Erdogan 49,3 ji sedê dengan sitand û gotinên ser dawîya desthilata wî pûç kir.

Reuters dîyar dike ku Erdogan bi xwe bawer dike ku ew bi Ogan re li hev bike ku wî di dengdanê de 5,2 ji sedê dengan sitandibû.

Ew ajans dide zanîn ku alîyê Kiliçdaroglu jiber encamên xerab ket panîkê û niha di telaşê de ye ku ew jinûve ser stratejîya hilbijartinê bixebite.

Karbidestekî payabilind yê Hevpeymanîya Netew ji Reutersê re gotiye ku Kiliçdaroglu divê stratejîya xwe bi temamî jinûve çêke.

Berpirsekî Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jî dîyar kiriye ku ewê di gera duyê de bi ser kevin ku mifte jî di destê Ogan de ye.

Ogan îro Duşemê ji Reutersê re dîyar kir ku ger Kiliçdaroglu li hember Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) tund bisekine ewê piştgirî bide wî.

Çaverê ye hem Erdogan hem Kiliçdaroglu di rojên pêş de bi Ogan re rûbirû bicivin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG