Berbijarên serokomarîya Tirkîyê mîtîng û merasîmên xwe îro Înê didomînin.
Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan wê ji Enqerê bi vîdeokonferansê beşdarîyê li bernameya vekirina pireke li Edenê bipeyîve.
Berbijarê serokomarîyê yê Hevpeymanîya Netew û Serokê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglu wê li Gîresun û Kocaelî beşdarîya mîtîngan bike.
Li Gîresunê, bajarvanên Stenbol û Enqerê, Ekrem Îmamoglu û Mansur Yavaş jî dê bi Kiliçdaroglu re bin.
Seroka Partîya Baş Meral Akşener jî dê li Kocaelî li mîtînga Kiliçdaroglu be.
Berbijarê Hevpeymanîya Ata Sînan Ogan dê li Enqerê serdana esnafan bike û bi ciwanan re bimeşe.
Berbijarê din, Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce jî wê li Duzce û Sakarya xebatên xwe bimeşîne.
Tirkîyê dê di 14’ê Gulanê de jibo hilbijartina parlamanter û serokomar here sindoqan.
Piranîya anketan nîşan didin ku Kiliçdaroglu li pêş Erdogan e.
Jêder: VOA, Twitter