Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Tirkiye Dê Lîstîka Ser Sînor Têk Bibe


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, piştî roja Pêncan ya êrîşên ser Efrînê axivî, Erdogan got, êrîşên wan yên ser herêmên ku, Kurdan dagîr kirine bi serkeftî derbaz dibe û ewê berdewam bikin heta ku yek kes ji "terorîstan" nemîne, weke Erdogan dibêje.

Recep Tayyip Erdogan roja Çarşemê di daxûyaniyên xwe de dîsan gef kirin û got, Tirkiye dê êrîşên xwe berfireh tir bike û ber bi rojhilat ve heta bajarê Minbic berdewam bike. Minbic li jêr kontrola Hêzên Sûriya Demokrta HSD'ê de ye ku, ji aliyê Amerîka ve tên piştevanî kirin.

Erdohan herwiha got, Tirkiye dê berdewam bibe heta "Lîstika ser sinor têk dibe û ewê ji Minbic destpê bikin", Edogan lê zêde kir û got "emê herêmê ji wê arêşa heyî bi temamî paqij bikîn".

Erdogan di axftina xwe de dibêje, leşkerên Tirk û hevpeymanên wan yên çekdarên Sûrî herî kêm 268 şervanên Kurd yên Sûrî kuştine, Erdogan got, ji yekinyên leşkerê Tirk 7 yan 8 windayî hene.

XS
SM
MD
LG