Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Serbest Nebî: Xema Erdogan Heta Hilbijartina 2023ê Bidestxistina Serketinê Ye


Recep Tayyip Erdogan hilgirtina nexşeya sinorê Sûriya di civata giştî ya NY bya 74an de li New York.
Recep Tayyip Erdogan hilgirtina nexşeya sinorê Sûriya di civata giştî ya NY bya 74an de li New York.

Serokomar Recep Tayyip Erdogan roja Duşemê got, Tirkîye dê di demeke nêzîk de operasyoneke nû ya leşkerî li seranserî sînorên xwe yên başûr bide destpêkirin da ku li dijî gefên terorîzmê yên li ser van herêman şer bike.

Piştî civîna Desteya Wezîran a li paytext Enqerê, Erdogan di axaftineke xwe ya televîzyonî de ragihand ku operasyona nû wê ji nû ve dest bi hewldanên afirandina herêmên ewle yên berfireh ên 30 kîlometreyî yên li ser sînorê Sûriyê bike.

Erdogan got "Emê di demeke nêz de gavên nû derbarê beşên netemam yên projeya ku me li ser herêma ewle ya kûrahiya wê 30 kîlometreyî, ku me li ser sînorê xwe yê başûr ava kiriye, bavêjin."

Erdogan behsa hûrgilîyên zêdetir nekir, lê got ku wê operasyon bi zûtirîn dem destpê bike hêzên leşkerî, îstîxbaratî û ewlekarîyê amadekarîyên xwe bi dawî anîne.

Yekser Hêzên Sûrîya Demokratîk HSD ê daxuyanîyek li ser malpera xwe ya fermî weke reaksyona ya daxuyaniya Erdogan û plana nû ya Tirkiyê belav kir.

Leşkerên jin yên Hêzên Sûriya Demokrat li Dêrazorê
Leşkerên jin yên Hêzên Sûriya Demokrat li Dêrazorê

HSDê got "ti guhertineke stratejîk di dabeşkirina hêzên navneteweyî û belavkirina hêzên garantor yên navdewletî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çênebûye".

Ji bo danûstandina derbarê vê mijarê Dengê Amerîka hevpeyvîn bi birêz Dr. Serbest Nebî pisporê pirsên Rojhilata Navîn û taybetmendê pirsên herêmên Kurdî, li Îraq, Sûriye, Îran û Tirkiyê û mamostayê zanîngeha Koyê li Herêma Kurdistanê encam da, pêşî Dr. Serbest gote Dengê Amerîka "Gelek çavdêran haya wan ji xema Erdogan nîne, ku ew jî hilbijartin in, Erdogan niha ne rihete û rewşa wî reşe, dixwaze heta hilbiajrtinên 2023ê serkeftinekê bidest bixe."

Dr. Serbest Nebî, Şirovekar Û Pisporê Pirsên Rojhilata Navîn
Dr. Serbest Nebî, Şirovekar Û Pisporê Pirsên Rojhilata Navîn

Dr. Serbest weha da zelal kirin ku ev hewildanên Tirkiyê yên avakirina herêma Ewle li ser sinor aramnc jê ew ku rewşa xwe ya navxweyî heta hilbaijrtin baş bike, jiber ku niha ew li hember rewşa heyî ne geşbîne.

Derbarê bandora operasyoneke nû vê careê dê li ser Kurdên Sûriyê û herêmê çi be?

Dr. Serbest got "Ewê herêmên Kurdan li Sûriyê bi nîvî bike, weke Efrîn û Kobanê li bakur û ku dê bixe jêr kontrola xwe û herêma Cizîr dê bimîne, lê armanca Tirkiyê vê carê dê Minbij û Tel Rafaat be." Weke Pispor û Şirovekarê pirsên siyasî li herêmê Dr. Serbest nebî dibêje.

Hevpeyvîn bi Dr. Serbest Nebî ra 24 05 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:07:15 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG