Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiye Danîna Sizayan li Ser Herêma Kurdistanê Gotûbêj Dike


Tangên Tirkiyê li Nêzîk Slopî , li ser sînorê herêma Kurdistana Îraqê.
Tangên Tirkiyê li Nêzîk Slopî , li ser sînorê herêma Kurdistana Îraqê.

Serokê Tirkiyê Recep Tayyib Erdogan dibêje, ji ber encamdana referandumê ewê sizayan li ser herêma Kurdistanê danin.

Reuters li gûr ajansa Anadolu ya nêzîkî dewletê dibêje, ji roja Sêşemê Tirkiyê helwestek tund li hember referanduma ji bo serxwebûnê nîşan dide û hêzên leşkerê Tirk berê Tang û mûşekên xwe daye sinorên li başûrê welat, Tirkiye dibîne ku, referanduma tê gotin dê li herêma Kurdistana Îraqê bihê encam dan, dê bibe sedema şerekî nû li herêma rojhilata navîn.

Erdogan li hotêla lê dimîne, li New York, bo rojnamevanan axift û ragihand ku, civata wezîran roja Înê dê danîna sizayan li ser herêma Kurdistanê gotûbêj bike.

Erdogan derbarê civîna civata ewlekariya netewî de got "Em dê ramanên xwe yên derbarê referandumê piştî bidawî bûna civîna civata ewlekariya netewî zela bikîn û ji hikûmetê re bişînin".

Erdogan herwiha ji New York gote rojnamevanan "Ya girêdayî civata ewlekarîya netewî, emê şîretan derbarê birayrên hatîn stendin bidin hikûmetê, di wê demê de, dê hikûmet bicive û vê gotûbêj bike, bi hevre dê nirxandinek ête kirin û dê helwest êne diyar kirin derbarê kanê em dikarîn çi şêwe siza feriz bikîn, lê vê carê dê rewş ne normal be".

Ji hejî bîrxistinê ye ku, Tirkiyê têkiliyên bazirganî û abûrî li gel herêma Kurdistana Îraqê hene, rojê bi sed hezaran bermîlên petrolê ji herêmê bi rêya borîyan derbasî Tirkiyê dibin.

XS
SM
MD
LG