Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan: Dê Operasyonên Nû Yên Leşkerî li Sûriyê Encam Bidîn


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan Yekşemê dema li Stenbûl bernama xwe ya hilbijartinên pêşwext bo serokatî û parlamena Tirkiyê radigihand go"Emê bo dorpêçkirina rêxistinên terrorist ranawestîn dê operasyonên nû di nav axa Sûriyê de encam bidîn".

Erdogan di axiftina xwe de eşkere kir ku çawan berî niha artêşa Tirkiyê operasyona leşkerî ya "Mertala Firatê û Çeqa Zeytonê" di nav axa Sûriyê de pêkanîn, ewê dîsan operasyonên weha berdewam bikin, Erdogan herwiha got, leşkerên me bo vê yekê di amade ne.

Ji hejî bîrxistinê ye ku Erdogan meha borî biryaya pêşxistina hilbijartinan dabû, şûn de ew biryar ji aliyê parlamanê ve hat bû erî kirin, niha kampeyna hilbijartinan hatiye destpêkirin, herçende partiya CHP ya herî bihêz di opozisyonê de û partiya Kurdan HDP'ê kandîdên xwe yên serokatiya Tirkiyê ragihandine, lê çavdêr dibêjin herî zêde şansê Erdogan heye bibe serokê Tirkiyê.

XS
SM
MD
LG