Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tîrêj: Civînên Nur-Sultan û Madrîd û Helwesta Amerîka Dê Çi Bandor Ser Operasyona Tirkîyê Hebe?


Çekdarên Sûrî yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, di rahênanên leşkerî de li nêzîk Minbicê , 2ê Hezîranê, 2022.
Çekdarên Sûrî yên ku Tirkiye piştevaniya wan dike, di rahênanên leşkerî de li nêzîk Minbicê , 2ê Hezîranê, 2022.

Nêzî du heftene, Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan û berpirsên Tirkîyê gefa operasyoneke nû ya leşkerî di nav axa Sûrîyê de didomînin.

Li gor raporan hevpeymanên Sochi, Rûsya, Îran û Tirkîye dê bi mêhvandariya hikûmeta Kazaxistanê li bajarê Nur-Sultan di nîva meha Hezîranê de gera 18'an ya danûstandinên derbarê Sûrîyê pêk bînin.

Herwiha hat ragihandin ku hevpeymanên NATO di rojên 29 – 30'ê meha Hezîranê de, li paytext Madrîd ya Îspanya bicivin û daxwaza endamtîya her du welatên Nordîk Swêd û Fînlandîya gotûbêj bikin ku Tirkîye heta niha helwesta xwe ne guhertîye û li dije ku ew her du welat bibin endamên NATO û rêgiriya Tirkîyê jî rasterast girêdayî Kurdan û çekfirotinê ye; ew dixwaze zextê li welatên NATO bike da ku hin xalan di berjewendîya xwe de bikar bîne û qezencê jê bibîne.

Raportên herêmî jî didin zanîn ku Rûsya givaştinê li Hêzên Sûrîya Demokrat (HSD) dike ku li gel Dîmeşqê lihev bên û herêmên Til Rifet û Minbicê radestî leşkerê Erebî yê Sûrî bikin da ku rêgirî li operasyoneke Tirkîyê bihê kirin.

Çavdêr didin zanîn ku Rûsya, Îran û hikûmeta Şamê dixwazin Kurdan neçar bikin, mercên wan bicih bînin û paşî rewşeke wiha peyda bikin ku cîhê Amerîka li herêmê nemîne û ji Sûrîyê derkeve.

Zêdebarî ku berpirsên Amerîkî eşkere dibêjin ku ew li dij operasyoneke plankirî ya Tirkî yê ne, Wezareta Derve ya Amerîka li ser zarê Wezîr Antony Blinken û peyvdarê wezaretê dane zanîn ku ew hêvî dikin Tirkî ye niha tiştekî wiha neke ku nakokî zêde bibin û DAIŞ bihêz bibe û herwiha leşkerên Amerîkî yên li wê herêmê bikevin xeterîyê.

Herwiha Amerîka dide zanîn ku li gor agirbesta sala 2019'an divê hemî alî pêgir bin û rewşa heyî biparêzin, jiber ku operasyoneke nû li herêmê dê alozîyan bi xwe re bîne û nakokîyên bi 10'an salan li Sûrîyê zêdetir bike.

Lê, çavdêr dibêjin ev helwesta Amerîka bo parastina Kurdan li Sûrîyê yan jî rawestandina Tirkîyê ji operasyoneke çaverêkirî nebese.
Niha, berê her kesî li civînên Nur-Sultan û Madrîdê ye kanê gelo ewê Tirkîye berîya van civînan êrîşî herêmên li jêr kontrola Hêzên Sûrîya Demokrat bike, ku ji alîyê Amerîka ve têne piştvanî kirin, yan jî piştî wan civînan Tirkîye dê biryara xwe bide.

Jibo danûstandina vê mijarê, bernama Tirêj, mêhvandarîya birêz Fethullah Huseynî, Endamê Nûneratîya Rêvebirîya Xweser li Herêma Kurdistana Îraqê ku li bajarê Silêmanîyê dimîne û birêz Dexîlê Şemo rojnamevanê Dengê Amerîka kir.

Hun dikarin tevahîya bernama Tirêj ji ser lînka jêrîn guhdar bikin:

Bernama Tirêj 11 06 2022
please wait

No media source currently available

0:00 0:30:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG