Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar kir ku partîyên opozîsyonê hewil didin rê li ber pêvajoya nû ya welêt bigirin.
Erdogon got divê ti kes şerê xwe yê navxweyî yê jibo desthilata partîyê li pişta pêvajoyê bar neke.
‘’Her ku em nîyetên xalisane tevdigerin hin partîyên muxalefetê hewil didin ku çareserîyê paş bixin û astengan deynin pêş wê. Mixabin pêvajoya Tirkîyeya Bêteror ji xwe re dikin perde’’ Erdogan got.
Wî dîyar kir ku ew di qonaxeke girîng re derbaz dibin û got ewê rê nedin ku fersenda dîrokî bibe qurbanîya berjewendîyên şexsî.
Pêvajoya nû ya Tirkîyê, Cotmeha 2024’an bi banga Serokê Partîya Tevgera Neteweparêz (MHP) Devlet Bahçelî destpê kiribû.
Serokê Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, Sibata 205’an bang li rêxistinê kiribû ku çekan berde û xwe hilweşîne.
Parlemana Tirkîyê ser pêvajoyê mehên havînê qanûna çarçoveyî pejirand.
Di rojên pêş de, parleman dikê jibo çavdêrîyên ser pêvajoyê Komîsyona Şopandinê ya bi 19 endam damezirîne.
Yenî Partî û Îyî Partî dîyar dikin ku ewê beşdarîyê li komîsyonê nekin.