Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan jiber Qirkirina Kurdan Lêborînê Dixwaze


Erdogan jiber Qirkirina Kurdan Lêborînê Dixwaze

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan lêborîn xwest jiber kuştina nêzîkî 14,000 kesan di operasyoneka dewleta Tirkîyê de li salên 1930’an jibo jinavbirina serhildana Kurdan li Dersimê.

Birêz Erdogan got, “eger pêdivî bi lêborînê hebe, ez bi navê dewletê lêborînê dixwazim.” Ev cara yekemîn e serokwezîrê Tirkîyê lêborînê bixwazît jibo kuştina 13,806 kesan li sala 1936 heta 1939’ê li Dersimê (Tunceli).

Jibo pitir şirovekirina Dengê Amerîka çend pisyar arasteyî Kanî Xulam kirin. Ew rêveberê Torê Peywendîyên Amerîkî-Kurda ne, navendeke bingehê wê li Waşinton.

Jibo guhdarî kirina hevpeyvîna Dexîl ê Şemo digel birêz Kanî Xulam, lînka ‘Guhdarî kirin’ li rexê rastê vê perê kilik bike.

XS
SM
MD
LG