Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Reuters: Di Êrîşa Tirkiyê de Bo Ser Kampa Penaberan 3 Kes Hatin Kuştin


Arşîv: Firoka Cengê ya Tirkiyê
Arşîv: Firoka Cengê ya Tirkiyê

MÛSIL, IRAQ – Berpirsê Yekîtî Niştîmanî Kurdistan YNKê li Mûsil Raşad Kelanî roja Şemiyê gotiye ajansa Reuters, di êrîşa Tirkiyê de bo ser kampa Penbaeran ya Mexmûr 3 kes hatine kuştin û hejmarek jî birîndar bûne.

Êrîş li dij kampa penaberan pêkhatiye ku bi hezaran penaberên Kurd yên ji Tirkiyê dihewîne, êrîş 3 rojan piştî gefa serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ya jibo Îraqî hat dema gotî ewê kamapê "paqij bikin" ya ku bûye sitargeha çekdarên Kurd, weke Erdogan dibêje.

Berpirsekî Îraqî ku nexwestîye navê wî bihê eşkere kirin gotiye, êrîşa esmanî ya Tirkiyê kes di kampê de kuştine û birîndar kirien, lê nexwest behsa horgiliyan bike.

Ji sala borî heta niha Tirkiyê êrîşên xwe bo ser bingehên Partîya Karkerên Kurdistan PKK yên li bakurê Îraqê zêde kirine, bombekirin û êrîşên bejahî di nava axa Îraqê de bi dirêjahiya 30 kîlometran encam dide.

Pêncşema borî Erdogan gotbû, Mexmûr, kampa penaberên Tirkiyê ya ku 180 dikeve başûrê sinorên Tirkiyê, ya ku hezaran penaberên Kurdên Tirkiyê ev zêdetirî 20 salane lê dijîn"sitargeha" tundriyane û divê bihê çareser kirin.

Kamp di salên 90an de çêbûye dema bi hezaran Kurdên ji Tirkiyê lê xwecih bûne, ku Enqere dibêje bi fermana Partiya Karkekên Kurdistan PKKê pîkhatiye.

PKK ji aliyê Tirkiyê, Amerîka û Yekîtiya Ewrupa di lîsta terorê de ye, û ji sala 1984ê û vir ve dest bi xebata çekdarî kirîye û heta niha di şer û pevçûnên li gel Tirkiyê zêdetirî 40 hezar kes mirine.

Par jî, Tirkiyê êrîşa esmanî li dij kampa Mexmûr pêkanîbû, lê di wê demê de behsa kuştiyan nehat kirin, berpirsekê Tirk yê di asta bilind de gotiye ew niha karê pêşîn yê Tirkiyê be.

Ji hejî bîrxistinê ye ku sibeya doh Şemiyê wezareta Pêşmerge ya girîdayî hikûmeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek dabû û gotbû li herêma Amêdiyê li çiyayê Metîna dema PKKê bose vedabû 5 pêşmerge hatine kuştin û 4 jî birîndar bûne. Lê derhal Partiya Karkerên Kurdistan ti komênt nedabûn.

XS
SM
MD
LG