Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kampeyna Erdogan Û Muharrem Ince di Hevrikiyek Dijwar de Ye


Heftiyek maye bo hilbijartinên Tirkiyê yên hesas û kirtîk, herdu kandîdên serokatiya Tirkiyê dikevin nava hevrikiyek dijwar, Erdogan û hevirikê wî yê sereke Muharrem Ince di şerekî giran yê kampeyna hilbijartinan de ne û derbeyên giran li hev dixin.

Erdogan bi gotarên xwe yên bi bandor li ser girseya gel tê naskirin, lê gotarên agirîn yên Muharrem Ince yê ji partiya çepa sekûlar CHP'ê diyar kir ku ew dikare li hember Erdogan rabe.

Dema hilbijartinan nêzîk dibe, herdu berbijêrên serokatiyê di vê heftiyê de kampêna xwe li bajarê Yalova ya ser derya Marmara li başûrê Stenbûlê meşand ku cihê ji dayikbûna berbijêr Muharrem Ince ye. Herdu berbijêran di mitêngên Yalova de rexne lihev kirin, Erdogan di mitînga xwe ya roja Pêmcşemê de axiftinên xwe arastey Înce kirin û got"Hên nûner û parlamenterên Yalova bûn we çi bo Yalova kir di van hemû salan de?"Erdogan herwiha got, hikûmeta AK partiyê Zanîngehek li Yalova avakirîye, lê we çi kirîye?

Ince ku bi her awayî nikare bigihe asta Erdogan, lê wî diyar kir ku ew dikare li hember Erdogan raweste û di şerê hilbijartinan de rikeberîya Erdogan bike, vê yekê çavdêr matmayî kirin û rih vegerande giyanê alîgirên partiya CHP'ê ya ku çendîn caran di hilbijartinan de şkestin xwarî.

Xwendekara zanîngehê Ece, ku ligel hevalên xwe di mitînga Muharrem Ince de amade bûbûn li Yalova wê got ewê biser keve, Ince kesekî "biken û henekçiye, jiber wê yekê hez jê dikim."

‌Herwiha karker Kadir Yolcu yê 30 salî got, yê bersinga Erdogan bigire ew dê rastî axiftinên dijwar û herî xerab yên Erdogan bihê, lê Muharrem di reda xwe de bersivek rast dide.

Muharrem Ince di axiftina xwe de, Erdogan rexne kir û got, yê ku 15 sale li ser desthilatê ye li Tirkiyê, azadiya ramanê binpê dike, yasa û dadgeh lawaz kirine, abûrîya Tirkiyê xistîye rewşek xerab û siyaseta wî ya li hember penaberên Sûrî bi dijwarî rexne kir.

Çavdêr weha dibînin ku di hilbijartinên 24î Hezîranê de, dibe ku Erdogan kêmtir ji 50% ya dengan bidest bixe, ev dê bibe sedem ku di xûla yekê ya hlibijartinan de Erdogan serkeftinê bides nexe û xûla duyan ya hevrikiya di navbera Erdogan û Ince de pêk bê.

XS
SM
MD
LG