Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkiyê Hêvîdare Komara Çîk Salih Mislim Radestî Tirkiyê Bike


Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di axaftineka xwe de li Orfa daxwaza radestkirina hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demukrat Salih Mislim kir û got:

“Hêviya me ewe, bi a Xwedê, dê komara Çîk wî radestî Tirkiyê bike.”

Bekir Bozdag, cîgirê serokwezîrê Tirkiyê got Tirkiyê daxwaza girtin û radestkirina Salih Mislim kir, piştî desnîşankirina cihê wî li otêleka bajarê Pragê. Bozdag Mislim wek”serokê terorîst” bi nav kir.

Demekê berê îro Yekşemê, desthilatdarên Çîkî Salih Mislim li bajarê Prag girt û ew dibêjin dê dadgeh biryarê bide ka wî azad berde an radestî Tirkiyê bike.

Berpirsekî Kurd, ku nexwest navê xwe diyar bike, got Mislim li Pragê beşdarî konferansekî bûbû.

XS
SM
MD
LG