Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ji Moskowê Bo Çarerserîya Sûriyê Çi Anî?


Samî Tan u Hejar Şamilov
Samî Tan u Hejar Şamilov

Serokomarê Tirkiyê R. T. Erdogan roja Çarşemê bi seredanek fermî li Moskow bû, li gel serokê Rûsya Vladimir Putin civîn encamdan, piştî civînan herdu serok di prêskonferansekê de tekez li ser hevkarî û berdewamiya hevpeymaniya herdu aliyan kir bo çarseriya pirgirêkên li Sûriyê, û civîn weke serkeftî nirxandin. Lê çavdêr û çavkaniyên rojnamegeriyê didin zanîn ku,

Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan, Kremlin in Moscow, 23.01. 2019.
Vladimir Putin û Recep Tayyip Erdogan, Kremlin in Moscow, 23.01. 2019.

Erdogan di seredana xwe ya Moskowê de serkeftî nebû û serokê Rûsya Putin, di hin xalan de tevlî daxwazên Erdogan nebûye, çavkanî pirsa Îdlibê weke mînak nîşan didin û didin zanîn ku, hevpeymaniya derbarê Îdlibê de heta niha encam negirtine, jiber ku grûbên çekdar yên radîkal yên weke Heyat Tahrîr Al-Şam ku çekarên wê ji grûbên di nava al-Qaidê, de pêk tê, piştî peymana Sêqolî ya Rûsya, Tirkiye û Îranê kontrola piraniya herêma Îdlibê kirin e.

Li gor çavdêr û raportvanan, Putin nexwestiye herêma biewle ya ku tê texmîn kirin dê li bakurê Sûriyê li herêmên Kurdan û hêzên Sûriya Demokrat dê bihê avakirin, nabe li jêr kontrola Tirkiyê be, Rûsya dixwaze ew herêm rasteras li jêr kontrola rejma Asad be û rewatiya Dîmşeqê vegere herêmê û Kurd bibin beşekî pêkhateya Sûriya dahatî, ango Sûriyeke nû.

Bernama "Hello Washington" ev pirs bi mêhvana xwe re gotûbêj kirin, mêhvanên bernamê nivîskar û şirovekar Samî Tan ji Stenbol û nivîskar û şirovekar Hejar Şamîlov.

Hello Washington 25.01.2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:27:04 0:00

XS
SM
MD
LG