Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hello Washington: Pêkhatina Erdogan Û Putin Çareserî Yan Vegeriyan Bo Çargoşa Yekê


Putin û Erdogan
Putin û Erdogan

Di şerê 9 salan da yê li Sûriyê hêjî tonela çareserîya pirsgirêkên tarîye, zêdebarî hewildanan, lê hêvîyek weha nayê dîtin ku di demek zû da ew şer bidawî bibe.

Ji derencamên kuştina dehan leşkerên Tirkî li Îdlibê û berdewamiya şerên giran û leşker kêşiya Tirkiyê ya domdar bo herêma Îdlibê doh Pêncşemê serokê Rûsiya li Kremlin pêşwazî li serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û şanda di gel wî da kir.

Civîna Erdogan û Putin zêdetir ji 6 demjimêran dom kir, piştî civîn bidawî bû, di pres konferansekê da axivîn û dan zanîn ku li ser çend xalan wan li hev kirîye û ewê agirbest bihê ragihandin û wezîrên derve yên Tirkiyê û Rûsya xalên pêkhatina dualî ji raya giştî ra eşkera kirin.

Çavdêr weha dibînin ku çarenivîsa pêkhatina Moskow jî, dê heman çarenivîsa peyman û pêkhatinên Soçî û Astana be.

Amerîka û Ewrupa pêşwazî li pêkhatina herdu aliyan kir li ser rewşa Îdlibê, berpirsê derve yê siyaset û ewlekariya wealtên Yekitîya Ewrupa Josep Borrell got, ew siyaseta Tirkiyê ya karanîna karta penaberan qebûl nakin û divê Tirkiye dest ji vê lîstikê berde.

Heman dema ku, civîna Moskow pêk dihat, serokê Sûriyê Beşar Esad di hevpeyvînek TV ya Rûsî û Sûrî da der ket û bal kişand ser rewşa li Sûriyê.

Esad got ku pirsa Kurdî li Sûriyê xeyale û nerastîyeke û Kurd pêş çendîn salan ji Tirkiyê hatine li Sûriyê cih bûne.

Gotinên Esad bo sedema derketina bertekan, Seroka Desteya Rêvebir a MSDê Îlham Ehmed got ku dewleta Sûrî hêjî nehatbû ava kirin dema Kurd li Efrînê û cihên din yên li Sûriyê dijiyan. Ehmed herwiha got ku axaftinên Esad xizmeta yekêta gelê Sûrî nakin.

Bernama Hello Washington ev mijar di xeleka vê carê da bi mêvanên bernamê ra gotûbêj kir.

Hello Washington 06 03 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:23:07 0:00


XS
SM
MD
LG