Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Bîryara Rakirina Reklama Wêneyên Erdogan Dide


Reklama Wêneyên Erdogan li Wanê
Reklama Wêneyên Erdogan li Wanê

Komîta Bilind ya Hilbijartinan li Tirkiyê (YSK) bi sedema “binpêkirina qaîdeyên hilbijartinê” bîryara da ku Reklama Wêne (bîlbordên) Serokomara Recep Tayip Erdogan yên li Wanê werin rakirin.

Roja Înê bîlbordên ku wêneyên Erdogan û logoya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) li ser bûn, li hejmarek deverên bajêrê Wanê hatibûn daliqandin.

Di bîlbortan de bangawazîya mîtînga 15’ê Adarê ya AKP’ê ku dê li pênc rê ya navenda bajêr were li darxistin, tê kirin.

Li ser van bîlbortan parêzerê Partîya Wekhevî û Demokrasîyê a Gelan (DEM Partîyê) Necdet Ceyhan, bîlbortên Erdogan gilî li YSK a Wanê kir.

YSK’yê jî îro Çarşemê li ser daxwaza DEM Partîyê qabul kir û bîryara da ku bîlbortên Erdogan, bi sedema “binpêkirina qeîdeyên hilbijartinê” werin rakirin.

YSK di bîryara xwe de dide zanîn ku wan di çerçoveya bilbijartinên xwecihî de kar anîna bîlbortên bajêr li gor qaîdeyên hilbijartinên hatine dîyar kirin. Lê wan ser gilîya DEM Partîyê tespit kirîye ku bîlbortên ku tenê bo reklamên bajarvanîyê hatine dîyar kirin, li çar cîhên bajêr bo AKP hatîye veqetandin.

YSK’ê ji Bajarvanîya Wanê xwast ku ew bîlbortên dîjî qaîdeyên wan, divê demil dest werin rakirin.

Parêzerê Dem Partîyê Necdet Ceyhan, got ku heya niha tevî bîryara qanûnîya a YSK’ê bajarvanîyê bîlbort ranekirine.

“Bi van bîlbortan carek din derket ku ew li gor qeîde û qanûnan nakevin hilbijartinê. Em bawer nakin ku ew bîryara YSK’ê bînin cîh. Ger ku vê bîryarê nebînin cîh emê rê û rêbazên hiqûqî gilîyên xwe berdevam bikin.”

Ceyhan herwiha got ku roja Erdogan were bajêr dê hemî bîlboratên ku tevî wan bi pereyê kirê kirî jî, an dê rûyê wan were girtin an jî dê wêneyên Erdogan werin daliqandin.

“Ne tenê yên partîya me, dê bîlbortên partîyên din jî rûyê wan were girtin an jî wêneyê Erdogan werin daliqandin. Em dixwan bi awayek demokratîk bikevin hilbijartinê û kes mafê kesê din binpê neke.” Ceyhan got.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 2019’an de bi bîryara Wezareta Karê Navxweyî a Tirkîyê, li şûna hevbajarvanên Wanê yên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) qayûm an ku walî hatibû erk kirin. Erdogan û AKP hêvî dikin di 31’ê Adarê de.

AA_13_03_24_YSK’ê Bîryara Rakirina Bîlbortên Erdogan Da.mp3
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:43 0:00
XS
SM
MD
LG