Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dibêje Tirkiyê Ji Bo Aştiya Rûsya û Ukraynayê Kar Dike


Seroktiya Tirkiyê di daxuyaniyekê de got ku serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro Şemiyê ji serokê civata Ewrupî Charles Michel re got Tikriyê hewlên xwe didomîne ji bo gihîştina aştiyekê di navbera Rûsya û Ukrayunayê de.

Endama NATO Tirkiyê sînorên deryayî yên hevbeş bi Rûsya û Ukraynayê re hene li derya Reş û pêwendiyên wê bi herdu welatan re jî baş in.

Enqere êrîşên Rûsya li dijî Ukraynayê red dike û banga axaftinên aştiyê dike.

Ew li dijî cezayên li ser Moskoyê ye.

Peyvdarê Erdogan demekê berê gotibû ku Erdogan dê îro Şemiyê bi serokê Rûsya Vladimir Putin re biaxive.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG