Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkiyê Kar Dike ji bo Derxistina Birîndaran ji Gundewarê Dîmeşqê


Serokê Tirkiyê dibêje hikûmeta wî li gel Rûsya kar dike ji bo derxistina derdora 500 kes ji navçeyeka dorpêçkirî ya gundewarê Dîmeşqa paytexta Sûriyê.

Recep Tayyip Erdogan îro Yekşemê ji peyamnêran re got dora 500 kes li Ghûta Rojhilat, di nav de jî jin û zarok, pêwîstî bi alîkariyên mirovî û tenduristî yên bi lez hene.

Tê zanîn, hikûmeta Sûriyê red dike bi sedan xelk ji navçeyê derkevin da xwe bigihînin nexweşxaneyên nêzîk. Derdora 400 hezar kes li Ghûta Rojhilat dimîne.

Erdogan got wî di telefoneka vê dawiyê de li gel serokê Rûsya Vladimir Putin ev kêşe guftûgo kir.

Wî got:

“Em dixwazin wan ji wir derxin û li welatê xwe derman bikin û li wan miqate bin.”

XS
SM
MD
LG