Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Tirkiyê Operasyonekê li Bakurê Sûriyê Radighîn e


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokê Tirkiyê îro Şemiyê ragihand ku welatê wî dest bi operasyoneke “rijd” kir li parêzgeha Idlib a bakurê Sûriyê, li gel hêzên opozisyona Sûriyê ku ew piştgiriya wan dike.

Ev operasyon tê piştî hewlên navnetewî yên damezrandina navçeyên aram li Sûriyê.

Pêşbîniya vê operasyonê bi awakî berferh dibû li parêzgeha Idlibê ku çekdarên girêdayî el-Qaîde li wir desthilatdar in, piştî axaftinên meha borî li paytexta Kazaxistanê Asîtana, ku Tirkiyê li gel Rûsya û Îranê erê kir li dor avakirina navçeyeka aram li parêzgehê.

Erdogan got ev operasyon “gaveka nû ye“ ji bo pêkanîna ewlekariyê li Idlibê û soz da ku Tirkiyê dê xelkê sivîl bi tenê nehêle.

Wî di konferanseka siyasî ya partiya xwe de li parêzgeha Afyonkarahisar got:

“Îro, operasyoneka rijd li Idlibê heye û dê berdewam be.”

XS
SM
MD
LG