Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ozel: Trump Hember Tirkiyê Şerê Aborî Ragihandiye


Serokê Amerîka Donald Trump, doh bi rêya Twitterê daxuyanîyek din li ser Tirkîyê da. Trump li ser hesaba xwe ya Twitterê got, ku wî biryar da bacên gumrikê ji bazirganîya berhemên alamînyum û pola yên Tirkîyê bên zêde kirin, Trump nivîsa "peywendîyên me bi Tirkîyê re vê gavê ne baş in"! ji parve kir.

Piştî daxuyanîya Donald Trump, Lîreyê Tirkî li hember Dolarî daket asta herî xerab. Pêşî girjîya di navbera Tirkîyê û Amerîka de, paşê bilindbûna dolarî li hember Lîra Tirkî, doh rojeva herî girîng ya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bû.

Erdogan got "Tu kes bi manipulasyonên aborî, nikarê Tirkîyeyê paşve gav bide avêtin.”

Erdogan her wiha got, bi rîya dowîzî êrîş li ser Tirkiyeyê heye. Wî diyar kir ku sê mehên di pêşîya me de aborîya Tirkîye dê mezinbûna xwe berdewam bike.

Pisporê Têkilîyên Derve Soli Ozel, Li ser girjîya di navber Tirkiye û Amerîka û têkiliyên siyasî û aborî yên her du dewletan jibo Dengê Amerîka axivî.

Ozel, diyar kir ku ji xwe girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de, pêşîya girtina qeşeyê Amerîkî Andrew Craig Brunson hebû. Û qeşeyê Amerîkî Brunson tenê bûye sembola vê kirîzê.

Berîya niha gotina Tirkiyê ya jibo kirîna S 400’an sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê û îdîaya Tirkiyeyê ambargoyên li ser Îranê qul kirîye, girêdayî vê ji gelo Amerîka dê cezayî bide Halkbank’ê ev her sê bûyer pêşîya kîriza Brunson hebûn.

Aborîzan û pisporê têkelîyên derve Ozel, li gor daxwaza kongresa Amerîka Trump li hember Tirkiyê şerê aborî ragihandîye.

Amerîka bi polîtikaya bi zextên aborî dixwaze Tirkîyê bixe nava tengasîyekê de û xwestekên xwe pê bidin qebûl kirin. Ez difikirim ku bi vê kirîzê di warê aborî de bandorek mezin li ser Amerîka nabe. Dema ku em ji aborî yên her du dewletan dinêrîn ev toleyên hatin ragihandin jibo Tirkîyê zêdetir bandorek xerab bike.

Herî dawî Ozel got, Toleyên nû yên Amerîkayê yên li dijî Îranê ji ragihandî û li ser helwesta Tirkîyeyê dibêje têkilîyên di navbera her du dewletan de dê xerabtir bibe.

“Toleyên nû dijî Îranê hatin kirin. Jîber vê yekê ji lihevhatinek di nava Tirkîyê û Amerîka de nîne Jiber ku aboriya Îranê û Tirkîyê bi taybetî di kirîna neft û gazê de girêdayî hev in. Eger rêya Tirkîyê ya têkiliyên bazirganî bi Îranê re qut bibe, wî çaxî dê rewşa Tirkiyê xirabtir bibe.”

MB_08_10_2018_Ist_Ozel
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:00 0:00

XS
SM
MD
LG