Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Encamên Serdana Erdogan Bo Washington di Terazîya Şirovekaran de


Gen. Mazloum abdî, Serok Trump û Serokomar Erdogan
Gen. Mazloum abdî, Serok Trump û Serokomar Erdogan

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja 13î Mijdarê li Qesra Spî hevdîtin li gel serokê Amerîka Donald Trump pêk anîn.

Berî serdana Erdogan ya Qesra Spî, dihat pêşbînî kirin ku dê hevdîtinên gelek bi zehmet û nakokbar bin, ji ber hebûna wan hemû pirsgirêkên di navbera hikûmetên herdu welatan de.

Ji pirsgirêkên ku bûne têkçûna têkiliyên Amerîka û Tirkiyê piştevanîya Amerîka ya Kurdênl Sûriyê ye, di şerê li dij Daişê û pirsa kirîna sîstema berevanî ya Rûsî S400 ji aliyê Tirkîyê ve.

Piştî civînê û bidawîbûna serdanê Erdogan got bû"Ne rast e ku ji me dixwazin em -S400’an ji destê xwe derxînin ji ber ku tiştekî wiha dijî serwerîya me ye."

Herwiha serokê Amerîka di dema pêşwazî kirina şanda Tirkî de li Qesra Spî dîyar kir ku, peywendîyên wan û Kurdan pir baş in û ew di têkoşîna dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) de bi ser ketine.

Çavdêr weha dibînin ku, hevdîtin û pêşwazî kirina Erdogan li Washington gerim bû, lê encamên wê di sar bûn, û ti encameke konkiret û erênî jê der neket.

Bernama "Hello Washington" mijara encamên serdana Erdogan ya Washington bi Şirovekarên siyasî re gotûbêj kir.

Dr. Serbest Nebî Şirovekarê Siyasî
Dr. Serbest Nebî Şirovekarê Siyasî


Mêhvanên bernamê berêz Murad Ciwan şirovekarê siyasî ji Stokholm û berêz Dr. Serbest Nebî şirovekar û mamostayê zanîngehê beşdarî bernamê bûn û şiroveyên xwe anîn ziman.

Dr. Serbest got"Weha dixweyê ku Erdogan dixwaze ber bi peymana Şangahay -Shanghai here" û dixwaze xwe nêzî bloka Rûsya û Çînê bike û hêdî...hêdî ji cîhana rojava ji Ewrûpa û Amerîka dûr dikeve, lê dîsan ciyê Tirkiyê giringe û naxwaze bi temamî xwe ji NATO yan cîhana rojava dûr bixe û di heman demê de cîhana rojava jî naxwaze Tirkîye ji wan dûr bikeve.

Murad Ciwan Nivîskar û Çavdêrê Siyasî
Murad Ciwan Nivîskar û Çavdêrê Siyasî


Berêz Murda Ciwan got"Desthilatdarîya Tirkiyê ya niha çarçoveya wê nediyare, Ewrûpî û Rojavayî nizanin çawan serederîyê li gel wan bikin, ew jî desthilatdarîya Erdogan e." Berêz M. Ciwan dîsan di wê bawerê de ye ku bloka nasyonalîst di nav de MHP piştevanîya Erdogan dikin berê Tirkîyê bidin bloka Rojhilat ya Rûsya û Çînê de û pişta xwe bidin Cîhana Rojava.

Hello Washington 15 11 2019
please wait

No media source currently available

0:00 0:26:41 0:00


XS
SM
MD
LG