Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Dixwaze bi Trump re Ser Sekinandina Şerê Rûsya û Ukrayna Hevkarî Bike


Turkey Iran Russia
Turkey Iran Russia

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan got ku ew dixwazin bi Serokê nû yê Amerîka Donald Trump re ser sekinandina şerê Rûsya û Ukrayna hevkarîyê bikin.

Erdogan dîyar kir ku divê ew krîza Rûsya û Ukrayna demûdest çareser bibe.

‘’Birêz Trump çend caran got ku ewê dawî li şerê Rûsya û Ukrayna bîne. Jiber ku wî wisa got wek Tirkîye çi li milê me dikeve emê bikin.’’

Wî got ku gava ew bi Trump re bicive ewê ser vê mijarê biaxife û ewê gavên xwe jî li gor vê mijarê biavêjin.

Rûsya Sibata 2022’yan dest bi dagirkirina Ukrayna kir. Washington û hevbendên wê yên Ewrupî dijî Moskowê piştgirî dan Kîevê.

Di dawîya sala borî re Amerîka û Brîtanya destûr dan Kîevê ku muşekên wan biavêjin nav axên Rûsî.

Serokê Rûsya Vladimir Putin ser wan destûra hişyarîya şerekî cîhanî da.

Bi gurbûna şer re Rûsya peywendîyên xwe yên bi Koreya Bakur û Îranê re pêşve birin ku li cîhanê wek dijminên Amerîka têne nasîn.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG