Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Behsa Encamên Hilbijartên Şaredariyên Tirkiyê Dike


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di civîna Desteya Rêvebirîya Navendî ya Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) de ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê axifî.

Li gor jêderên AKP’ê, Erdogan di civînê de dîyar kiriye ku wan bi tenê ne deng, "rih û xwîn" jî hinda kirine.

Ew jêder dîyar dikin ku Erdogan gotiye ku "AKP di dilê gel de çêbûye û dijminê wê yê herî mezin dîwar in ku di navbera gel û wê de çêbûne."

Erdogan gotiye ku bandora enflasyonê di hilbijartinan de hatiye dîtin û tedbîrên wan sitandine têra aramîyê nekirine.

Wî dîyar kiriye ku bi hilbijêrên neçûne ser sindoqan dengên AKP’ê ketine û gotiye ku piranîya hilbijêrên beşdarî li hilbijartinê nekirine AKP’yî ne.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) dabû zanîn ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de rêjeya beşdarî 78 ji sedê ye ku di hilbijartinên borî de wê rêjeyê 80 ji sedê derbaz dikir.

Serokê Tirkîyê gotiye ku AKP mecbûr e ku şaşîyên xwe bibîne, xwe çêke û jinûve bikeve dilê gel.

AKP di hilbijartinên 31’ê Adarê de ket rêza duyê û di desthilata xwe de, ku pirtir ji 20 sal in didome, cara pêşî têk çû.

Di hilbijartinan de, Partîya Gel ya Komarî (CHP) 37,8 ji sedê dengan, AKP 35,5 ji sedê dengan, Partîya Jinûve Refahê (YRP) 6,2 ji sedê dengan û Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) 5,7 ji sedê dengan sitandin.

CHP’ê bajarvanîyên Enqere, Stenbol û Îzmîrê di destê xwe de girtin û ji AKP’ê 3 bajarên din yên mezin û navendên 7 bajaran jî bi dest xistin.

AKP’ê di hilbijartinên herêmî yên 2019’an de 44,33 ji sedê dengan sitandibû.

Jêder: NTV

XS
SM
MD
LG