Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan ser Pêvajoyê: Piştî Gavên Pêwîst, Wê Sazîyên Me jî Tiştên Pêwîst Bikin

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan
Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan

Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan îro Pêncşemê di gotara xwe ya jibo despêka xula nû ya parlemanê de li ser pêvajoya çareserîya pirsgirêka Kurd axivî.

Erdogan anî ziman ku hikûmeta wî ser armanca “Tirkîye ya Bê Teror” pêgirîya xwe didomîne û ev pêvajo, ku nêzî du salan e didome, berdewam dike.

Wî ragihand ku di çarçoveya qanûna ku di Tebaxê de hat pejirandin de qonaxa şopandinê heye.

“Mîna ku di qanûna çarçoveyî de hatîye pênasekirin, pêvajoyeke şopandinê heye. Dema ku gavên pêwîst bên avêtin, sazîyên me yên peywendîdar jî wê tiştên ku pêwîst in bikin.”

Lê Serokê Tirkîyê hûrgilîyên “gavên pêwîst” rave nekir yên ku divê berîya destpêka qonaxa pêş werin avêtin.

Erdogan herwiha jibo qonaxa pêş ya pêvajoyê dem yan jî bernameyeke taybet a hikûmeta xwe dîyar nekir.

Wî got ku pêvajo bi xebateke baldar û bi viyaneke bihêz gihiştiye qonaxa niha û destnîşan kir ku pêşketinên dawî helwesta Tirkîyê bihêztir kiriye.

Erdogan herwiha pêvajo wek beşek ji hewleke berfirehtir jibo avakirina hevbîrîyeke siyasî û civakî pênase kir û mîna “Lihevkirina Tirkîyê ya Mezin” binav kir.

Wî bang li partîyên siyasî kir ku zêdetir hevkarîyê bikin û got ku pêwîst e Tirkîye di vê serdema zêdebûna kêşeyên herêmî û navneteweyî de girjîya siyasî kêm bike.

Ev pêvajo bidawîkirina şerê zêdetirî çil salan a di navbera dewleta Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de dike armanc.

Damezrênerê PKK'ê Abdullah Ocalan, yê ku li Girava Îmralî girtî ye, di Sibata 2025’an banga hilweşîn û bêçekkirina PKK’ê kir. Rêxistinê jî di Gulanê de ragihand ku ew dawî li şerê çekdar tîne. Parlemana Tirkîyê di Tebaxa 2026'an de qanûna çarçoveyî pejirand ku ji bo gavên piştî bêçekbûn û hilweşîna PKK’ê bingeha hiqûqî ava dike.

Erdogan û hikûmeta xwe vê pêvajoyê wek “Tirkîye ya Bê Teror” binav dikin, lê Ocalan dibêje ev “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” e.

Gotara Erdogan rojekê piştî civîna Civata Ewlekarêya Neteweyî (MGK) hat. MGK got ku gavên jibo "Tirkîya Bê Teror û Herêma Bê Teror” hatine nirxandin. Lê li ser piştrastkirina hilweşîn û bêçekkirina PKK’ê ti biryar an nirxandin diyar nekir.

This item is part of
XS
SM
MD
LG