Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Rexneyên li ser Pêvajoya Aştîyê ligel PKK’ê Red Dike

Serokê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan îro Çarşemê ragihand ku pêvajoya aştîyê ya di navbera hikûmeta Tirkîyê û Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) de di rewşeke baş de bi pêş ve diçe.

Ev gotinên Erdogan piştî rexneyên hinek parlamenterên Kurd derbarê sistbûna pêvajoyê hatin.

Erdogan di axaftina xwe ya li parlamenta Tirkîyê de got ku piştî pesendkirina plana reforman û bêçekkirina PKK’ê, pêvajo gihîştîye qonaxeke gelekî girîng.

Gotinên Erdogan rojek piştî daxuyanîyeke Partîya Wekhevî û Demokrasîyê ya Gelan (DEM Partî) hatin. DEM Partî hikûmeta Tirkîyê rexne kir ku ew "bi tirs û guman" tevdigere, tevî ku wê got ku ev pêvajo "derfeteke dîrokî" ye.

Erdogan ew rexne red kir û got ku, "Rewşeke baş heye, tiştê ku divê were kirin eşkere ye û pêvajo jî wekî tê xwestin bi pêş ve diçe."

Serokê Tirkîyê herwiha diyar kir ku kesên bi reşbînî û neyênî diaxivin "li gor xeyalên xwe tevdigerin, ne li gor rastîyan."

Erdogan got ku “Piştî ku raporta komîsyona parlamentê hat qebûlkirin, em gihîştine cihekî wisa ku divê em bi baldarî tevbigerin.” Wî diyar kir ku armanca Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) û Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) ew e ku bi alîkarîya partîyên din vê qonaxê bimeşînin.

PKK’ê par êrîşên xwe rawestandin û di Gulana borî de ragihand ku wê biryara dawîkirina şerê çekdarî daye. Ew biryar hate standin piştî bangeke rêberê PKK'ê yê zindankirî Abdullah Ocalan di Sibata 2025'an de.

Lê belê hîn nakokî li ser gavên bê hene. Hikûmeta Tirkîyê dibêje berî ku ew gavên nû bavêje, divê ew piştrast be ku çek hatine danîn. Lê nûnerên siyasî yên Kurd dixwazin ku reform zûtir û bileztir çêbibin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG