Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Peyamên Rêberan li Hilcivîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê Çi Ne?


Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Înê di hilcivîna herêmî ya ligel amadebûna hevtayê xwe yê Rûsî Vladîmîr Putin de got ku ew dixwazin şerê li Ukraynayê "di zûtirîn dem de " bi dawî bibe.

Erdogan di civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê got: "Em hewl didin ku di zûtirîn dem de bi rêya dîplomasiyê nakokiyên li Ukraynayê bi dawî bikin."


Serokê Rûsyayê Vladimîr Putin jî roja Înê di heman lûtkeya digel rêberên Asyayî, ku di nav wan da Xi Jinping yê Çînê jî hebû, pêşwazîya mezinbûna bandora "navendên nû yên hêzê" kir.

Pûtîn di civîna Rêxistina Hevkariya Şanghayê (SCO) ya li Ozbekistanê got: "Rola mezinbûna navendên nû yên hêzê yên ku bi hev re hevkariyê dikin... her ku diçe zelaltir dibe."

Serokê Çînê Xi Jinping jî roja Înê di heman lûtkeya Ozbekistanê de bang li welatên herêmê kir ku nîzama navnetewî ji nû ve biguherînin ku ew jîwekî bersînganîyeka li hember bandora cîhanî ya Rojavayî dihêt dîtin.


Xi di civîneke Rêxistina Hevkariya Şanghai de ku serokên Rûsyayê, Îran û welatên Asyaya Navîn jî di nav da bûn, got serok divêt "bi hev re bixebitin da ku pêşkeftina nîzama navnetewî ber bi rêyek dadperwertir û maqûltir pêşve bibin".

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG