Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Têkiliyên Tirkiyê Û Çînê Xurt Dibin


Arşîv
Arşîv

Serokomarê Tirkiyê Recep Erdogan, di encama serdana Çînê de ragihand û got" şiyanên mezin hene bo xurtkirina têkiliyên bi Çînê re".

Erdogan, yê ku weke hevalbendê Amerîka di NATO de derdikeve pêş, xwe nêzîkî Çînê dike û hewil dide têkiliyên xwe li gel Çînê ku hevrika Amerîka ye xurt bike.

Erdogan dema li gel serokê Çînê Xi Jinping li Pekin a paytext civiya bû pesina têkiliyên di navbera her du welatan da.

Erdogan roja Sêşemê got, li ser bingeha têkiliyên bazirganî û dîrokî yên her du welatan, ew dikarin "beşdarî hewildanên tenahîya herêmî û cîhanî bibin".

Weha li Erdogan tê temaşa kirin ku xwe nêzî Rûsya û Çînê dike herçende peyman di navbera Tirkiyê û Amerîka de hene, lê Amerîka bihêz li dij kirîna Tirkiyê ya sîstema S-400 ya Rûsî radiweste, sedema vê yekê girjî di navbera herdu welatan de peyda bûne.

Herwiha Tirkiye dixwaze bi mîlyaran dolaran projeyan bi Çînê re Îmze bike ku Amerîka dijî wan projeyan derdikeve.

XS
SM
MD
LG