Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê ji Twitterê bang li ciwanan kir.
Erdogan dîyar kir ku ew jibo gera duyê bawer dike ku ciwan wê piştgirîyeke xurt bidin wî.
‘’Jibo 14’ê Gulanê jî ez spasîya we dikim ku hun li vîna xwe xwedî derketin, we tercîha xwe bi awayekî azad li sindoqan xist û we mil da demokrasîya me.’’
Wî ji ciwanan xwest ku guh nedin opozîsyonê û nehêlin ku kes wan bitirsîne û jahrînî bike.
Erdogan got ku divê ciwan nehêlin ku kesên pir caran têkçûyî, wan bikişînin demên tarî.
Tirkîye wê jibo gera duyê ya hilbijartinan di 28’ê Gulanê de here ser sindoqan.
Li hember desthilata Erdogan, berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu heye.
Jêder: Twitter