Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, roja Duşemê di rûniştina yekê ya parlamenê Tirkiyê de, li Enqerê axivî.
Erdogan got, niha ew kar dikin ku kontrola rojhilata Firatê bikin û Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê li herêmê ji nav bibin.
Ajansa Reuters îro Duşemê ragihand ku Erdogan di rûniştina parlamenê de gotiye, Tirkiyê li bere her du herêmên Şengal û Qendîl jî, yên li axa Îraqê ji şervanên Kurd paqij bike.
Enqere Yekîneyên Parastina Gel YPG'ê weke rêxistinek terorîst dibîne û wê weke beşekî Partiya Karkerên Kurdistan PKK'ê hesab dike ku dehan sale li gel artêşa Tikriyê li herêmên başûrê rojhilata wî welatî di nava şer de ne.