Lînkên eksesibilîtî

Wezîrê Derve yê Îranê Seredana Tirkiyê Dike


Serokomarê Tirkiyê R.T. Erdogan (Rast) Mohamad Cawad Zarif wezîrê derve yê Îranê (Çep).

Çavkaniyên fermî yên dewleta Tirkiyê ji Enqerê dan xûyakirin ku, wezîrê derve yê Îranê bi seredanekê dê gehîte Tirkiyê, ligel hevpşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu dê civînan encam bidin.

Îro Çarşemê wezîrê derve yê Îranê Mohamed Cawad Zarîf bi seredaneke fermî tê Tikiyê, ewê êvarî ji aliyê serokomar Recep Tayyib Erdogan ve bê pêşawî kirin.

Navenda ragihandina serokomariyê daxûyaniyek weşand û têde radigihîne ku, M. Cawad Zarîf, ewê danê êvarî di seat 5:00 de li gûr dema navxweyî ya Tirkiyê, ji aliyê serokomar R. T. Erdogan ve bihê pêşwaîkirin.

Hind berpirsên Tirkiyê dane zanîn ku armanca seredanê têkiliyên herdu welatan û danûstendinên derbarê pirsgirêkên li herêmê, bi taybet pirsgirêkên li Sûriyê dê bihên gotûbêjkirin.

XS
SM
MD
LG