Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Nerazîbûna Xwe Ser Daxuyanîyên Erdogan Dîyar dike


Amerîka nerazîbûna xwe li ser daxuyanîyên Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dîyar dike.

Birêz Erdogan di kombûneke Neteweyên Yekbûyî de, li Vîyane’yê gotibû ku divê Sîyonîzm wekî tawaneke dijî mirovahîyê were pejirandin.

Tê ragihandin ku Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry di serdana xwe ya Tirkîyê de vê xema xwe rastexwe bigehîne karbidestên Tirk.

Karbidestên Amerîkî ku naxwazin navê xwe eşkere bikin, dîyar dikin ku şîroveyên birêz Erdogan neyênî bûn û tesîreke xirab li ser peywendîyan bikin.

Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan roja Çarşemê gotibû ku divê Sîyonîzm wek faşîzm, tawaneke dijî mirovahîyê were qebûl kirin.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ew daxuyanî bi tundî şermezar kiribû û ew wek daxuyanîyeke tarî û bêbingeh binav kiribû.

Berdevkekî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki-moon got, daxuyanîya Erdogan wek neqenc, kêşebar û cudaker e.
XS
SM
MD
LG