Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan Jibo Zêrevanên Referandumê: "Sînorên Xwe Bizanin"


Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li qesra serokatiyê li Enqerê axiftinek kir. Di Axifitina xwe de Erdogan gef li zêrevanên biyanî kirin, bi taybet li yên Ewrupî ku jibo şopandina Rêferandumê hatbûn Tirkiyê, Erdogan got 'Sînorên xwe nas bikin", di axiftina xwe de Erdogan dîsan got, Tirkiye raporên We, ne dibîne, ne dibihîze û ne jî nas dike.

Erdogan axiftina xwe arastey Ewrupiyan kir got, hin welatên Ewrupî zêdetir ji opozisyona Tirkiyê dojminatiya guhertina destura bingehîn û Referandumê kirin.

Di beşek axiftinên xwe de Erdogan bal kişande ser operasyona "Mertala Firatê", yaku li Sûriyê pêkanî û got, Mertala Firatê, ne operasiyona Yekê ye ne ya dawiyê ye, herweha got ewê operasiyonên zêdetir pêk bînin û her demekî pêwîstî hebe ewê Tirkiye operasyonan li dervey axa xweli dij terorê encam bide.

XS
SM
MD
LG