Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Erdogan bi Prensê Cîgir yê Îmaratê bi Telefonê Peyîvî


Ofîsa serokê Tirkîyê Tayyîp Erdogan îro Sêşemê ragihand ku Edogan bi prensê cîgir yê Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî (Îmarat) Mihemed bîn Zayed el-Nahyan re ser telefonê axifîye.

"Di axaftinê de peywendîyên her du welatan û mijarên herêmî hatin gotûbêj kirin,” ofîsê got,

Ajansa nûçeyan ya dewleta Îmaratê WAM ragihand ku her du serokan "nêrînên xurtkirina peywendîyên di navbera her du neteweyan de bo berjewendîyên hevbeş û xizmeta gelên wan" nîqaş kirin.

Erdogan hefteya borî bi şêwirmendê ewlehîya neteweyî Şêx Tahnun bîn Zayed El Nehyan yê Îmaratê re, li Enqere hevdîtîneke pêk anî,û li ser hevkarîya aborî sekinîbû.

Erdogan dibêje ku Tirkîye û Îmarat di başkirina peywendîyan de pêşketin bi dest xistiye û dibe ku Îmarat li Tirkîyê berhemkrîyên girîng bike.

Enqere jiber alozîya li Lîbyayê, pirsgirêkên navxweyî yên Kendavê û îdayên hevrikyên li ser serwerîya ava Rojhilata Deryaya Sipî ya, jibo hêsankirina pirsgirêka bi çend hêzên Ereb re, gotûbêjan dike.

Tirkîyê sala borî Îmarat bi destêwerdana li Lîbya û Yemenê ku kaosê tîne Rojhilata Navîn tawanbar kiribû.

Hevdem, Îmarat û çend welatên din kiryarên leşkerî yên Tirkiyê li heremê, rexne kiribûn.

Enqere û Ebû Dabî bi salan piştgirî dan komên îdeolojîk yên hevrik, digel ku Tirkîyê piştgirî dide tevgerên îslamî, bi taybet Îxwan el Muslimîn ku bo hilweşandina otokratên li herêmê beşdarî serîrakirinên "Bihara Erebî" bibûn.

Rêberên dewlemend yên Kendavê ditirsin ku alozîyeke wiha li welatên wan jî çêbe.

XS
SM
MD
LG